16 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
ÎSTANBUL
Li Stenbolê li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriya Ewlekariya Wîlayetê û tevgera taybet bi piştevaniya helîkoptera polêsan, di serî da Bagcilar, Beyoglu, Fatih, Bahçelievler, Avcilar, Esenler, Kadikoy, Sultangazî û Maltepe li 16 navçeyan li dijî 32 navnîşanan, operasyonên hevwext li dar xistin.
Hêzên ewlekariyê di operasyonan da 20 gumanbar binçav kirin. Gumanbar piştî kontrola tendirustiyê birin Navenda Ewlekariyê ya li ser caddeya Vatanê.
Di çarçoveya operasyonê da lêgerîn didomin.