13 Hezîran 2020•Rojanekirin: 13 Hezîran 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li dorberê Beyşebaba navçeya Şirnexê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê ekîbên Fermandariya Cenderme ya Bajêr di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên navxweyî da li wê herêmê bi piştevaniya hewayî operasyon birin serî.
Di operasyonê da 2 endamên çekdar ên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin û gelek cebilxane û amûrên bo jiyînê hewce dike hatin bidestxistin.
Li herêmê operasyon dewam dikin.