05 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
ANKARA
Li Şanliurfa, Wan, Çorûm, Diyarbekir, Îzmir, Konya, Bingol, Adana, Adiyaman û çend abajrekî din di encama operasyonên dijî DEAŞê da 448 kes hatin binçavkirin.

Adiyeman navend li 5 bajaran operasyona DEAŞê
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr bi rêvebirina Serdozgeriya Adiyemanê ve li hember şikbarên ku tê îdiakirin li herêmên pevçûnê yên Sûriyeyê bi hin terorîstan ve têkîlî danîne, civînên rêxistinî pêk anîne û propaganda kirine, ji rêxistinê re eleman peyda kirine, operasyon li dar xistin.
Adiyeman navend li Stenbol, Manîsa, Gazîentab û Samsunê di 84 navnîşanan de operasyoneke hevdem hat kirin.
Bi piştgiriya tîmên Hereketa Taybet li navenda bajêr 39, li Kahta, Besnî û Golbaşiyê di 15 navnîşanan de, li 4 bajarên din jî di 30 navnîşanan lêgerîn hat kirin.
Di lêgerînan de gelek dokumanên rêxistinî hatin dîtin û 10 şikbar jî ji ber îdiaya endamên DEAŞê ne hatin binçavkirin.

- Li Şanliûrfayê 100 kes hatin binçavkirin
Li Şanliûrfayê li dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon hat kirin û 100 kes hatin binçavkirin.
Di operasyona ku li navend û navçeyên Şanliurfayê hat kirin da, gelek polêsê harekata taybet beşdar bûn û operasyon di heman demê hat kirin.
Pansiyon, kargeh û mal jî tê da li ser 40 adrêsan lêgerîn hat kirin û polêsan dest danî ser gelek dokumanên rêxistinî û kompîteran. 100 kes hatin binçavkirin.
Malên ku li gor tesbîtê tê da fealiyetên rêxistinî hatine kirin, bi destê zabiteyan hat mohrkirin.
Gumanbar ji hêla tenduristiyê va hatin kontrolkirin û birin emniyetê.

- Li Bîngolê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da 10 kes hatin binçavkirin
Li gorî agahiyê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bîngolê da ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li navenda bajêr operasyoneke hemçerx birin ser adresên ku ji berê da hatibûn diyarkirin.
Di operasyonê da 10 kes ji ber îdiaya endametiya rêxistina terorê DEAŞê hatin binçavkirin.
Li ewlekariyê miemeleyên berşikan berdewam in.
- Li Diyarbekirê di operasyona hevdem a dijî rêxistina terorê DEAŞê da 4 berşik hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li navenda bajêr operasyoneke hevdem birin ser hin adresên ku ji berê da hatibûn diyarkirin.
Di operasyonê da 4 kes ji ber îdiaya endametiya rêxistina terorê DEAŞê hatin binçavkirin.
Li ewlekariyê miemeleyên berşikan berdewam in.
- Li Wanê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da 8 kes hatin binçavkirin
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê û yên Şaxa Hereketa Taybet a Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê di çarçoveya lêpirsîna dijî rêxistina terorê DEAŞê da operasyoneke hemçerx birin ser 9 adresan.
Di operasyonê da 8 kes ji ber îdiaya endametiya rêxistina terorê DEAŞê hatin binçavkirin û herwiha eşkere ku li berşikekî din jî digerin.
Bona îfadeyê berşik birin Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê.
- Li Konyayê di operasyona dijî DEAŞê da 37 kes hatin binçavkirin
Li Konyayê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da 37 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê û yên Şaxa Hereketa Taybet ên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li navenda bajêr operasyoneke hemçerx birin ser 74 adresên kifşkirî.
Di operasyonê da 37 kes ji ber îdiaya endametiya rêxistina terorê DEAŞê hatin binçavkirin.
Yek ji berşikên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Konyayê ji konrola tenduristiyê derbas dibûn, ji mensûbên çapemeniyê ra got, "Gelo emê qeşeng derkevin?".
Berşik paşê birin ewlekariyê.
- Li Bursayê di operasyona hemdem da 46 kes hatin binçavkirin
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriya Emniyeta Bursayê, li navçeyên Nîlufer, Osmangazî, Yildirim, Gursu û Orhaneliyê li ser adrêsên kifşkirî di heman demê da operasyon hat kirin.
Di operasyonan da bi îdiaya ku endamên DEAŞê ne, biyanî jî di nav da 46 kes hatin binçavkirin.
Li emniyetê karûbarên gumanbaran dewam dike.
- Li Hatayê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê de 38 kes hatin binçavkirin
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li navend û navçeyan li dijî rêxistina terorê DEAŞê operasyoneke hevdem dan destpekirin.
Di operasyonê da 38 kes hatin binçavkirin.
Jêpirsîn dewam dike.
- Li Çorûmê 17 kesên ku eslê xwe iraqî ne, hatin binçavkirin
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr, li navendê û navçeyekê li ser adrêsên ku hatibûn kifşkirin, di heman demê da operasyon kir.
Di operasyonê da bi îdiaya ku endamê DEAŞê ne, 17 kesên iraqî hatin binçavkirin. Li malên gumanbaran lêgerîn hat kirin û polêsan dest da ser hin eşyayayan jî.
Gumanbar li Nexeşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Çorumê ya Zanîngeha Hîtîtê ji aliyê tenduristiyê va hatin kontrolkirin û paşê birin emniyetê.