TBMM
Parlementerê BDPê yê Şirnexê Hasîp Kaplan got dema ku li Îstanbul û Ankarayê 5 santîm berf dibare navendên krîzê amade dibin, lê kes ji bo berfa ku li herêmê ev 50 sal e nehatiye dîtin bariye tiştekî nake.
Kaplan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û îdia kir û got dema ku li Tirkiyeyê berf dibare tu dibêjî qey Tirkiye hew ji Îstanbul û Ankarayê pêk tê. Van bajaran her tim tînin rojevê û hîç behsa herêmên din nayê kirin.
Kaplan got duh bi şev piştî saet 22.00an têlefona min qet nesekiniye. Li herêmê berfa ku ev 50 sal e nehatiye dîtin dibare. Li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Midyat, Mêrdîn û Diyarbekirê ji mêtroyekî zêdetir berf bariye û rê hatine girtin. Bi hezaran wesaît û rêwî di rêyan de mane. Hin devera 15 saet, hin deveran 18 saet in ku mirov di rê de mane. Hinekên wan neft xelas kirine û cihekî wan tuneye ku herinê. Bi sedan wesaît şemitîne ketine şarampolê.
Kaplan got beriya niha min ji Qaymeqamê Hezexê re têlefon vekir û rewşa wir hîn bûm. Konê Koçerên ku li wir dijîn ji ber berfê ketine erdê. Bi hezaran heywan telef bûne, heta ew greyderên ku hewara wan çûne ew jî şemitîne şarampolê.
Kaplanê BDPyî got ev sê roj in ku rêya Xabûrê girtiye û bi hezaran tir ketine rêzê.
Kaplan îdia kir ku dema li Îstanbul û Ankarayê 5 santîm berf dibare navendên krîzê amade ne, lê kes ji bo berfa ku li herêmê ev 50 sal e nehatiye dîtin bariye tiştekî nake. 50 sal berê dema ku berf dibarî bi firokeyan alîkarî ji gel re dibirin. Ji firokeyan xurek diavêtin. Mirov niha dipirsin dibêjin gelo em di 50 salî de paş de çûn?