İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
VAN
Li Wanê ji ber berf û bagerê rêya 14 cî û waran hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat dayîn, li bajêr berf û bagerê li deverên çiyayî çiyan kire tengasiyê.
Li navçeya Gurpinarê herêma Kirkgeçîtê rêya 13 cî û waran, li navçeya Miksê jî rêya cî û warekî hat girtin.
Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
- Germa hewayê li gor demsalê ye
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn li Mûş, Bitlîs û Hekariyê hewa pirewrayî ye, li Wanê jî car caran baran û şilope tê payîn.
Bi şev cî bi cî mij û xumam tê payîn û li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Bitlîs, Wan û Mûşê pileyek, li Hekariyê 2 pile hat pîvan.
Germa hewayê ya herî zêde nav rojê li Wan û Hekariyê 8, li Mûşê 10 , li Bitlîsê 7 pile tê payîn.
Li gor texmînê wê li ser Gola Wanê hewa kêmewrayî û pirewrayî be.