Önder Beyter
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Li Sancaktepeya navçeya Stenbolê helîkoptereke eskerî ket xwarê û di encamê da 4 esker şehîd bûn, eskerek jî birîdar bû.
Li gorî agahiyê, li Sancaptepeyê helîkoptera eskerî li ser Kuçeya Firtina ya Kolana Topçularê li baniyê bînayeke 4 qartî qelibî û li ser kuçeyê ket xwarê.
Piştî ku xeber hat dayîn, ekîbên polês, îtfaiye û tenduristiyê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Di encama ketina helîkopterê da 4 esker şehîd bûn, eskerek jî birîdar bû.
Bi ambulansê eskerê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Xebatên ekîbên ku hatin ciyê bûyerê, dewam dikin.
Polêsan li ser kolanê şerîda ewlekariyê danî û nahêlin welatî nêzîkî ciyê bûyerê bibin.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî der barê bûyerê da got: "Li Samandirayê firokeya me ya eskerî ya ji bo perwerdeyê difirî ji ber sedemeke nediyar ketiye. 4 şehîd û birîndarekî me heye."
Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê jî der barê firokeya ku li Sancaktepeyê ket û 4 esker şehîd bûn da lêpirsîn da destpêkirin.
- Wezîr Akar li Sancaktepeyê lêkolîn kir
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar li Sancaktepeya navçeya Stenbolê ya ku firokeya eskerî li wir ketibû, lêkolînê kir.
Akar ji ber Civîna 4emîn a Komîteya Stratejiya Bilind a Tirkiye-Qeterê li Stenbolê ye.
Wezîr Akar der barê firokeya ku li Sancaptepeyê li Kuçeya Firtinayê ya Kolana Topçularê li banê avahiyeke 4 qartî qelibûbû û li ketibû da ji rayedaran agahiyan hilda.