Türkan Tosun
02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî li gor demsalê wê di navbera 3 û 5 pileyan de zêde be.
Li gor agahiya Midûriya Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê kêm ewrabî û sayî be.
Tê texmînkirin li herêmê germahî wê li gor demsalê di navbera 3 û 5 pileyan de zêde be, car caran wê ji hêla başûr va ba çêbibe.
Germahiya herî kêm a bi şev li Qersê 10 pile, li Agiriyê 11 pile, li Erdexanê 13 pile, li Erzinganê 17 pile, li Tunceliyê 18 pile, li Îdirê jî 22 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin germahiya herî zêde a bi roj wê li Îdirê 39 pile, li Tuncel û Erzinganê 36 pile, li Agiriyê 35 pile, li Erziromê 32 pile, li Qersê 31 pile, li Erdexanê jî 30 pile be.
Rayedaran got li herêmê 4 rojan germahî li gor demsalê wê zêde be, ji ber vê divê kal û pîr, nexweş û zarok di navbera saet 11.00 û 16.00an de dernekevin derva.