Tirkiye

Li "paytextê zerdeliyên dinyayê" komkirin dewam dike

Li Meletiya ji sedî 85ê zerdeliyên dinyayê tê çandin komkirina zerdeliyan dewam dike.

Haydar Şahin   | 22.07.2020
Li "paytextê zerdeliyên dinyayê" komkirin dewam dike

Malatya

Li Tirkiyeyê 17 milyon darên zerdeliyan hene û ji wan 8 milyon heb li Meletiyê ne ji ber vê jî wekî "paytextê zerdeliyên dinyayê" tê zanîn. Li bajêr 50 hezar malbat debara xwe bi zerdeliyan dikin.

Piştî "peqlaweya Entabê" û "hêjîrê Aydinê" zerdeliyên Meletiyê jî li Yekîtiya Ewropayê wekî îşareta taybet hatibû qeydkirin. Li bajêr komkirina zerdeliyan bênavber dewam dike.

Ligel nexweşiya monîlyayê û cemeda ziraî darên zerdeliyan hinekî zirar dîtin lêbelê bihayê wan li gor par zêde ye û cotkar ji bo vê kêfxweş in.

Mustafa Turcanê li Darendeyê cotkariya zerdeliyan dike diyar kir ku zerdelî hîmê bingeh ê aboriya Meletiyê ye, ligel hewaya germ komkirinê didomînin.

Turcan destnîşan kir ku zor û zihmetiya komkirina zerdeliyan di tîrmehê da dest pê dike û wiha pê da çû:

"30 sal vî karî dikim. Karên zerdeliyan zêde ne. Ji 7ê sibê dest pê dikî hetanî nîvê şevê dewam dikî. Ji ber ku di binê tavê da tê kirin zor û zihmet zêde dibe. Zerdelî bi hêsanî mezin nabin. Piraniya zerdeliyên dinyayê li Meletiyê tên komkirin. Di navbera zerdeliyên li Îdir û Anamurê hêşin dibin û yên li Meletiyê hêşin dibin da ferq heye. Zerdeliyên li wan deran li ser sifreyan tên îkramkirin, zerdeliyên Meletiyê tên hişk kirin jî. Zerdeliyên Meletiyê dema diavêjin devê xwe ferq dikin. Şirîniya zerdeliyên Meletiyê zêde ye. Ji ber vê tehma wan jî xweş e."

Turcan got 300-400 darên wî yên zerdeliyan hene, salên din 15-20 karker dida xebitandin, lêbelê ew ê îsal bi 5-6 kesên ji malabata xwe ra zerdeliyan kom bike û wiha axivî: "Em dawet û betlaneyên xwe wisa pîlan dikin ku werin piştî komkirina zerdeliyan. Dema zerdelî negihîjin jî pîlanan paşda diavêjin."

Turcan diyar kir ku zerdelî mêweyeke bi sihet e, nika kîloya zerdeliyan bi 10 lireyî difroşin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın