08 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
MALATYA
Meletiya ku hewcedariya ji sedî 85ê aşmeyên dinyayê dibîne û wek "paytextê zerdeliyan" tê zanîn ji bo îşareta erdnîgariyê serî li Yekîtiya Ewropayê (YE) xistibû û Rojnameya Fermî ya YEyê serîlêxistina Meletiyê derxiste îlanê. Heke di nav 3 mehan da kesek îtirazî vê neke zerdeliyên Meletiyê piştî hêjîrên Aydinê ew ê bibe dexl û dena ku bi destê YEyê hatiye tescîlkirin a 2yan.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Meletiyê di sala 2001î da ji zerdeliyên ku piraniya cotkarên herêmê pê debara xwe dikin belgeya îşareta erdnîgariyê sitandibû. Ji bo ku di piyaseya navneteweyî da bazara zerdeliyan hêsan bikin Odeyê di sala 2014an da ji bo îşareta erdnîgariyê bistîne serî li Komisyona YEyê xistibû.
Serîlêdana ji bo zerdeliyan di 13ê rêbendana 2017an da di Rojnemaya Fermî ya YEyê da hat îlankirin. Ev ji bo îşaretê gava dawîn e, heke di nav 3 mehan da kesek îtirazî vê neke zerdeliyên Meletiyê ew ê bên tesdîqkirin û piştî hêjîrên Aydinê ew ê bibe dexl û dena ku bi destê YEyê hatiye tescîlkirin a 2yan.
- "Piştî hêjîrên Aydinê dê bibe berhema duyemîn a çandiniyê"
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Meletiyê Hasan Huseyîn Erkoç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku pêvajoya tescîla zerdeliyê ya li YEyê tiştekî baş e û wiha xeberda:
"Ev seba Meletiyê girîng e. Qet nebe me marqeya xwe da tescîlkirin. Ev geşedan dê bibe alîkar ku em li piyaseyên navneteweyî zerdeliya xwe asantir bixin bazarê. Herwiha hem ji bo îstiqrara bihayê wê û hem jî ji bo astengkirina hilberîna zerdeliyên ku li deverên din li ser navê Meletiyê tê firotan, pir girîng e. Înşellah evê ji bo Meletiya me bibe teşebuseke bixêr."
Erkoç bal kişand ku tu fikareke wan tune wekî ku di 3 meh pêvajoya rawestînê da kêşeyek derkeve û ewê bêyî ku pirsgirêkek derkeve, piştî hêjîrê Aydinê, bona zerdilyê Meletiyê belgeya tescîla nîşaneya erdnîgarî ya YEyê bistînin.