08 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
KARS
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê li ser dar û beran qiravî çêbû û dîmenên xweş derketin holê.
Li herêmê demek berê berf barî û ji ber vê hewa sar bû.
Serê sibê mij û dûman çêbû, dar û nebat bi qiraviyê xemilîn.
Welatiyên ku ev dîmen dîtin, wêne kişandin.
Li ser darên ber mizgefta Fethiyeyê jî qiravî çêbû û bi van dîmenan ve mizgefta dîrokî xweştir xuya kir.