Tirkiye

"Zerdeliyên Basîlê" di rêya marqebûnê da ne

Ji bo zerdeliyên li Baskîla navçeya Elezîzê bibin marqe dest bi xebatan kirin.

Haydar Şahin  | 23.05.2018 - Rojanekırın : 24.05.2018
"Zerdeliyên Basîlê" di rêya marqebûnê da ne

Elazig

ELAZIG 

Ji bo ku zedeliyên li Baskîla navçeya Elezîzê bibin marqe dest bi xebatan kirin.

Îhsan Akmuratê Şaredarê Baskîlê di daxuyaniya xwe da û diyar kir ku zerdeliyên Basîlê li gor zerdeliyên din ji hêla aroma, tehm û rêjeya şekir va cuda ye.

Akmurat got ku welatê qeysiyan Baskîl e û ligel vê ji bo marqekirinê xebat nehatine kirin û wiha pê da çû: "Vê gavê em bi tenê qeysiyan kom dikin lêbelê kesên din ji zerdeliyan qezenc dikin. Hin salan esnaf qezenc dike, hin salan bazirgan lêbelê ji bo Baskîl û Elezîzê dahatekê nayne. Heke saziyên ji Elezîzê bazarkirin û îxrackirina zerdeliyan bimeşînin ew ê kêrî aboriya bajêr were. Ji ber vê dibê em zerdeliyên Baskîlê têxin marqe. Dibê ber û berhem bi navê ciyê lê tên komkirin werin firotin."

Prof. Kenan Pekerê Hîndekarê Zanîngeha Firatê jî diyar kir ku di karê zerdeliyan da Baskîl û gundên wê bûne hoste.

Peker got cotkar nikarin bi tena serê xwe derkevin bazarê û wiha pê da çû:

"Ji ber vê di lêkolînan da derket holê ku ji sedî 64,4ê cotkaran li baxçe zerdeliyên xwe difroşin. Ji sedî 35,6ê cotkaran jî zerdeliyên xwe dibin li bazarê diforşin. Ji ber ku her kes bi tena serê xwe û hindik hindik malên xwe dibe bazarê maliyeta wan a birinê zêde dibe. Ji ber vê jî dibê cotkarên Baskîlê li dewsa xwe karûbarên zerdeliyan temam bikin û wekî marqe bifroşin."

Huseyîn Togaçarê bazirganê zerdeliyan jî got dibê zerdeliyên Baskîlê bi navê "Baskîl"ê werin firotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın