Haydar Şahin
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
MALATYA
Meteorolojiyê ji bo Meletiye, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya hewaya germ da.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 13an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê hetanî sibe şebeqê sayî û ewrsayî be.
Li gor texmînan hewayê bi qasî 2 û 5 pileyan ji germahiya hewaya demsalê zêdetir be û carcaran jî bayê rabe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Adiyeman û Meletiyê 42, li Tuncelî û Bîngolê 41, li Elezîzê jî 40 pile be.
Dibê di serî da kal û pîr, zarok û kesên nexweş di navbera saet 10.00 û 16.00an da dernekevin ber tavê û xwe mihefeze bikin.