Nihat Kavşut
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
KARS
Li Qersê çinîna ceh, fîk û genim dest pê kir.
Ji ber ku Qers bilind e lê çandin û çinîn dereng dest pê dike. Li Qersê ceh, genim û fîk di meha nîsan û gulanê da tê reşandin û ji ber bilandahiya bajêr dereng çêdibin.
Nesîm Gokê Serokê Odeya Ziraetê ya Sarîqamîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li herêmê çinîna dexlan nû dest pê kir û got îsal li Qersê çandinî zêde baş nebû.
Gok diyar kir cotkaran dest bi çinînê kiriye û got bi destpêka meha tebaxê ra dexlên me hatin ber û cotkaran dest bi çinînê kir.
Kemal Ornekê Mixtarê gundê Alîsofuyê destnîşan kir ku îsal hişkayî hebû û got loma jî îsal rekolte kêm e.