01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
ANKARA
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê 4 endamên rêxistina terorê DAEŞê yên ku amadekariya çalakiya dijî 1ê Gulanê dikirin, binçav kirin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji jêderên Ewlekariyê wergirt, ekîbên Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê û yên Têkoşîna Dijî Terorê li ser agahiya ku hin endamên DAEŞê li paytextê amadekariya çalakiyê dikin, dest bi operasyonê kirin. Çar berşikên ku ev qederek e teqîbata wan a teknîkî û fîzîkî dihat kirin, bi serdaavêtina hevdem va hatin binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê berşik anîn Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê. Eşkere bû ku berşik ji Sûriyê ne û têkildarê deverên ku lê pevçûn diqewimin yên di destê DAEŞê da ne.
Kifş bû ku demek e berşik li Enqereyê ne û amadekariya çalakiya dijî merasîma 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê dikirin.
Hat ragihandin ku operasyonên bidomin.