30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
MARDÎN
Li Stewra navçeya Mêrdînê teqemeniya ku ji aliyê terorîstan va li rê hatibû veşartin û hezar û 850 kîlogram teqemeniya ku li bodrûma xaniyekî hat dîtin, hatin îmhakirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li derdora gundê Şenocaka (Şûtê) girêdayî Stewra navçeya Mêrdînê, teqemeniya ku ji aliyê terorîstan va li rê hatibû veşartin û hezar û 850 kîlogram teqemeniya ku li bodrûma xaniyekî vala hat dîtin, hatin îmhakirin.

Di çarçoveya operasyonê da di heman bodrûmê da hezar û 350 kîlogram nîtrata amanyom ya ku xistibûn nava 28 çewalan da, 40 lître benzîn, 50 metro qeblo û 17 bîdonê vala hatin desteserkirin.
Li herêmê operasyon berdewam in.