27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
MARDÎN
Li Mêrdînê di operasyona ser rêxistina terorê da, nav da Hevserokê Bajêr ê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Omer Ocalan jî 6 kes hatin binçavkirin.
Walîtiya Mêrdînê wiha daxuyand, hêzên ewlekariyê di 26ê kanûna 2015an da operasyon biribû ser Taxa Yilmazê ya ser navçeya Dargeçîtê. Di operasyonê da Îrfan Erolê ku navê wî yê kod Rezzan e û goya berpirsê herêma "Kerboran" (Dargeçît) ye hatibû kuştin. Li ser xet û têlefona endamê rêxistina terorê ku di operasyonê da hatibû desteserkirin, lêkolîn hat kirin.
Piştî lêkolînê di nav da Hevserokê Bajêr ê DBPyê Omer Ocalan jî 6 kes hatin binçavkirin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê da hatibû destpêkirin dewam dike.