30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û Şirnexê di operasyonên ku li dijî rêxistina terorê dewam dikin da 8 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Di malpera Sererkaniyê da der barê bûyerên nav welêt da daxuyanî hat belavkirin.
Li gor daxuyaniyê li Nisêbînê di operasyonên ku dewam dikin da 6 endamên rêxistinê hatin kuştin û bi vê hejmar derket 314an. Di operasyonan da 17 teqemenî hatin îmhekirin û hejmara teqemeniyên ku hatin îmhekirin derket 698an.
Hat diyarkirin ku di operasyonên li Şirnexê da 2 endamên rêxistinê hatin kuştin û bi vê hejmar derket 274an. Hat destnîşankirin ku di operasyonê da qirmeyek, 32 fişekên qirmeyê, 6 guleyên keleşê, 3 bombeyên destan û 2 çenteyên alîkariyê hatin qefaltin. Di operasyonê da 7 teqemenî hatin îmhekirin û bi vê hejmara teqemeniyên ku hatin îmhekirin derket 834an.
Wek mayîn hêzên ewlehiyê li Hekariyê jî teqemeniyeke ku bi destan hatiye çêkirin îmhe kirin.