Li Muglayê agir bi daristanê ket
Li Mîlasa navçeya Muglayê agirê ku bi daristanê ket tê temirandin. Ji ber ku cihê agir pê ketiye berwar û çiyayî ye, ji erdê va temirandin zehmet e, lê pêşiya agir hat birîn

Muğla
Li Mîlasa navçeya Muglayê agirê ku bi daristanê ket tê temirandin.
Li texma Bendava Akgedîkê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, agir bi daristanê ket.
Agir bi bagerê ra gur bû û 8 firokeyên Midûriya Herêma Daristanê ya Muglayê û yên midûriyên daristanê yên derdorê, gelek arazoz û nêzî 150 karkerên daristanê dixebitin ku agir bitemirînin.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Midûriya Herêma Daristanê ya Muglayê hat hildan, agir bi bagerê ra bela dibe û ji bo were temirandin ekîb bê navber dixebitin.
Ji ber ku cihê agir pê ketiye berwar û çiyayî ye, ji erdê va temirandin zehmet e, lê pêşiya agir hat birîn.
Hat gotin ku nêzî cihê agir pê ketiye mal û avahî tunene.
Ji ber ku cihê agir pê ketiye nêzî Bendava Akgedîkê ye, firoke zûtirî avê direşînin ser agir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.