Fatih Gazioğlu
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ADIYAMAN
Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê li daristanê şewat derket û erdekî bi qasî hektarekî zirar dît.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li nêzî gundê Aktoprakê şewateke ku hê sedema wê nayê zanîn, derket.
Li ser şewatê 2 wesayîtên avê û tîmên îtfaiyeyê yên Şaredariya Golbaşiyê û karkerên daristanê çûn herêmê.
Agir bi saya xebateke qasî 2 saetan dewam kir hat temirandin.
Di şewatê da erdekî bi qasî hektarekî zirar dît.