Tirkiye

Geliyên Saklikapî û Qereleglegê merivan şaş û metel dihêlin

Geliyê Qereleglegê yê di navbera Saklikapiya li nêzî Akuşaxiya gundê Baskîlê û Keban û Bendava Karakayayê cî digire bi saya bernameyên danasînê yên bi destê Walîtî, Şaredarî, saziyên eleqedar û saziyên civaka sivîl tên meşandin

Haydar Şahin  | 18.08.2019 - Rojanekırın : 23.08.2019
Geliyên Saklikapî û Qereleglegê merivan şaş û metel dihêlin

Elazig

Geliyê Qereleglegê yê di navbera Saklikapiya li nêzî Akuşaxiya gundê Baskîlê û Keban û Bendava Karakayayê cî digire bi saya bernameyên danasînê yên bi destê Walîtî, Şaredarî, saziyên eleqedar û saziyên civaka sivîl tên meşandin va her diçe ji zêdetir ziyaretvanan ra malxwedîtiyê dike.

Geliyê Saklikapiyê ji Bendava Karakayayê yê di nav sînorê Baskîl û Kebanê da cî digre dest pê dike û 4,5 kîlomêtre dewam dike. Hin ciyê gelî qasî mêtreyekî teng dibe û li hin ciyan bilindahiya gelî digihîje 200 mêtreyî. Gelî bi kevir, şikeft, fosîl, flora û faunaya xwe balê dikişîne.

Geliyê Qereleglegê yê ji Bendava Kebanê dest pê dike û qasî 40 kîlomêtreyî meriv dikare bi kelekê lê bigere jî bi zinar, şikeft, wargeh, dar, martî û teyrên xwe va balê dikişîne.

Ziyaretvan dikarin bi keştiya turê ya modern a walîtî piştgiriyê dide û kelekên masîgiran va bi komî li gelî bigerin. Kesên ku cara ewil vê derê dibînin şaş û metel dimînin.

Ahmet Ozden Ozenê Midûrê Karûbarên Civakî û Çandê ya Şaredariyê di çarçoveya tura Komeleya Pêşketin, Huner û Çandê ya Firata Jorîn û Şaredariya Elezîzê amade kirin da bi hîndekarên Zanîngeha Firatê ra li gelî geriya daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Ozen got geliyên Saklikapî û Qereleglegê ne bi tenê ji bo Elezîz û Tirkiyeyê, ji bo turîzma dinyayê ciyên girîng in.

Ozen got dema li gelî geriyan li ber xweşikahiyên gelî şaş û metel man û wiha pê da çû:

"Hetanî ji destê me tê em ê ji bo danasîna geliyan turên gerê û turîstîk bikin. Em ê vê xweşikahiyê hem li bajêr hem jî li welêt bidin nasîn. Welatiyên me hetanî diçin li cihên dûr li mekanên wiha digerin bira werin vê derê û qala vê derê bikin."

"Divê her kes bibîne"

Ozgul Ozturka mîmar a ziyaretvan jî got cara ewil e vê derê dibîne û şaş û metel ma.

Ozturkê got xêncî du herêmên dibê hilpas bibin di parkurê da tiştekî zor tune û wiha pê da çû: "Li 2 herêman dibê hilpasî zinaran bibin û ser keviran ra banz bidin. Xêncî vê min tiştên xweşik ên gelî dîtin. Dibê her kes were vê derê bibîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın