Nihat Kavşut
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras bi têlefonê der heqê şewata li Atînayê derket da axivîn.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras bi têlefonê der heqê şewata li Atînayê derket da axivîn.
Hat diyarkirin Erdogan di axaftina bi Çîpras ra ji bona kesên di şewatê da mirin serxweşî da û ji bona kesên birîndar jî şîfaya xêrê xwest.
Li gor agahiyan Serokomar Erdogan ji Çîpras ra diyar kir êşa xelkê Yewnanistanê parve dikin û got Tirkiye her dem amade ye alîkariya Yewnanistanê bike.