Dinya

"Ji bo temirandina şewatên li Amazonê çavkaniya me tuneye"

Serokê Dewleta Brezîlyayê Jair Bolsonaro li ser şewatên ku li daristanên Amazonê derketin got ku bona temirandinê tu îmkan û çavkanî tuneye

Fatih Gazioğlu  | 23.08.2019 - Rojanekırın : 24.08.2019
"Ji bo temirandina şewatên li Amazonê çavkaniya me tuneye"

Buenos Aires

Serokê Dewleta Brezîlyayê Jair Bolsonaro ji bo şewatên ku li daristanên Amazonê derketin got ku bona temirandinê tu îmkan û çavkanî tuneye.

Li gor nûçeyên ku li çapemeniya Brezîlyayê derketin, Serok Jair Bolsonaro dema ku ji avahiya serokatiyê derket pirsên rojnamevanan yên der heqê şewatan da bersivand.

Bolsonaro li ser pirsa "Amazon ji Ewropayê mezintir e. Hûnê çawa midaxeleyî şewatan bikin?" wiha got: "Ji bo vê çavkaniya me tuneye."

Hefteya borî Norwêc û Almanyayê alîkariya ji bo temirandina daristanan dida Brezîlyayê birîbûn. Bolsonaro li ser vê daxuyaniyek dabû û gotibû hewcedariya me bi pereyê wan tuneye.

Ji hêla din va Paraguay û Bolîvyayê midaxeleyî şewatê kiribûn. Di şewatê da li Bolîvyayê qasî 500 hezar hektarî erd şewîtibû.

- Bolsonaro saziyên sivîl yên civakî sûcdar kiribû

Serokê Dewleta Brezîlyayê Bolsonaro li ser şewatê saziyên sivîl yên civakî sûcdar kiribû û wiha axivîbû: "Dibe ku dijî min û hikûmeta me ev şewat ji hêla saziyên sivîl yên civakî va bi zanetî hatibin derxistin. Ez nikarim piştrast bikim lê ev jî îhtimalek e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın