Malatya
Li Meletiyê du wesayît li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn.
Wesayîta şofêrê wê Y.K. (41) û plaqeya wê 38 AEV 874 e li ser rêya Meletî û Qeyseriyê li xaçerêya ber fabrîqeya kaxizan li wesayîta ku şofêrê wê M.S.K. (50) û plaqeya wê 02 DZ 509 e qelibî.
Di qezayê da şofêrên her du wesayîtan, G.K. (8), M.Y.K. (6), H.N.K. (4), B.K. (44), H.K. (43), Ö.K. (23), M.N.K. (21), Y.K. (11) û E.E.K. (7) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin newxweşxaneyên li bajêr.
Hat ragihandin rewşa tu kesî ne giran e.