Tirkiye

Di 7 mehan da 226 hezar û 435 turîstên Îranî li Wanê bûn mêvan

Yılmaz Kazandıoğlu, Emre Ilıkan  | 14.08.2022 - Rojanekırın : 15.08.2022
Di 7 mehan da 226 hezar û 435 turîstên Îranî li Wanê bûn mêvan

Van

Di nava 7 mehan da 226 hezar û 435 turîstên Îranî hatin Wanê.

Bajarê Wanê bi kelehên xwe yên dîrokî yên hezar sale, gol, pişîk û dêrên xwe va di demên dawîn da mazûvaniya gelek mêvanên biyanî dike.

Bi hezaran turîstên Îranî seba betlaneyê Wana cînarê welatê xwe tercîh dikin û ji Deriyê Sînor ê Kapikoya navçeya Seraya Wanê ra tên Tirkiyeyê.

Ji ber hatina mêvanan carinan li ber deriyê sînor qerebalixî jî çêdibe. Di nava 7 mehan da 226 hezar û 435 kes jê Îranî, 317 hezar û 692 kes hatin bajêr. Turîstên Îranî nava rojê li navendên danûstandinê, loqinteyan û kargehan, bişev jî li navendên şahiyê wextê xwe derbas dikin. Li bajêr rêjeya tijebûna otêlan jî pir zêde ye.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Erol Uslu ji nûçegihanê AAyê ra got ku li bajêr qerebalixiyeke mezin a turîstan heye.

Uslu diyar kir ku rêjeya tijebûna otêlan ji sedî 95an zêdetir e, li her derê turîst hene û wiha dewam kir:

"Hatina turîstan esnafên me yên ku tengasiyê dikişînin jî kêfxweş kirin. Em li bendê ne ku heta dawiya mehê ev qerebalixî zêdetir bibe. Digel Îraniyan ji Kore, Iraq û Ermenistanê jî mêvanên me tên. Îsal tenê 180 hezar turîstên biyanî tenê xirabe ziyaret kirin."

Esnaf Kadîr Akdag jî got ku ew ji hatina turîstan kêfxweş in. Akdag daxuyand, bi saya hatina turîstan li bajêr qerebalixî heye û wiha dewam kir, "Em ji aliyê aboriyê va kêfxweş in. Hatina wan aboriyê geş dike. Li her derê qerebalixî heye. Tesîra wan li ser hemû sektoran heye."

Ji turîstên Îranî Arzu Sadakatê jî got ku ew seba danûstandinê hat Wanê û wiha dewam kir, "Wan, Tirkiye pir xweş e, em diecibînin. 3 roj in ez li Wanê me. Em li otelê dimînin. Navendên danûstandinê, her tişt xweş e. Ez her derê Wanê hez dikim. Bihayê tiştan erzan e û bi qelîte ne. Ez salê 2 caran têm Wanê. Ez li vê derê kêfxweş im."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın