Tirkiye

Li Erziromê 136 koçberên bêdestûr yên Efxan paşve hatin şandin

İlhami Erkılıç  | 14.08.2022 - Rojanekırın : 15.08.2022
Li Erziromê 136 koçberên bêdestûr yên Efxan paşve hatin şandin

Erzurum

 Li Erziromê 136 koçberên bêdestûr yên Efxan yên dereqanûnî hatine Tirkiyeyê paşve hatin şandin.

Miameleyên paşveşandina koçberên bêdestûr ên li tevahiya welêt di wextên cuda da hatine girtin û bi awayekî berwext li Navendên Paşveşandinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr dimînin dişînin welatê wan dewam dikin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr 136 koçberên bêdestûr ên li Navenda Paşveşandinê ya Aşkaleyê ya girêdayî Midûriya Îdareya Koçê ya Bajarê Erziromê diman piştî kontrola wan a tenduristiyê bi otobêsan anîn Balafirgeha Erziromê.

Piştî miameleyên wan ên pasaportê hatin temamkirin rayedaran ew bi sefera charterê şandin Kabula paytextê Efxanistanê.

Ji Erziromê di nav 5 rojan da bi 3 seferên balafirê va tevahî 496 koçberên bêdestûr ên Efxan hatin dersînorkirin.

Li gor agahiyên ji rayedarên Serokatiya Îdareya Koçê, ji serê salê vir va ji Erziromê 4 hezar û 266 Efxan, 1192 Pakistanî û 326 kesên ji nijadên din bi tevahî 5 hezar û 784 koçberên bêdestûr şandin welatên wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.