11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
MARDÎN
Li Dargeçîta navçeya Mêrdînê wexta ku wesaîta polêsan ya bizirx derbas dibû, wesaîta bombebarkirî bi destê mensûbên PKKya rêxistina terorê hat teqandin û di teqînê da kesek mir, polêsek birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, bûyer li ser kolana 1ê Mayîsê qewimî û dema ku wesaîta polêsan derbas dibû wesaîta bombebarkirî bi destê mensûbên PKKya rêxistina terorê hat teqandin. Hat tesbîtkirin ku wesaît 20 roj berê hatiye xesbkirin.
Di teqînê da sivîlek mir, polêsek birîndar bû.
Polês rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dargeçîtê û hat gotin ku rewşa wî baş e.
Ji bo ku terorîst werin girtin, xebatê dest pê kir.