25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva ji îşev seat 22.00an şûn da hat rakirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li devera çiyayî û daristanên di nav milkê îdarî yê navçeya Licê da, bi mebesta nehiştina endamên rêxistina terorê û hevkarên wan, texrîbkirina şikevt, ziving, sitargeh û mewziyên balafirşikênan û desteserkirina kelûpelan operasyon hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li deverên operasyonê qedexeya derketina derva ya ku 24ê mijdarê ji seat 05.00ê va bi mebesta parastina can û malê gel, hatibû ragihandin, 25ê mijdarê ji seat 22.00an şûn da hat rakirin.