28 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Li gor çarçoveya Plana Operasyona Pencikê li Hakurka bakurê Iraqê herêma ku terorîst lê hene bi balafirên şer va hatin bombebarankirin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê duh êvarê li gor çarçoveya Plana Operasyona Pencikê li Hakurka bakurê Iraqê herêma ku terorîst lê hene bi balafirên şer va hatin bombebarankirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên hêzan şev ji Navenda Operasyonê û Çekên Hêzdar û Qomutayê operasyon bi rê va birin.
Ewil obusan êrîş kirin, paşê top hatin avêtin. Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Esmanî çûn herêmê û êrîş kirin. SÎHA û ÎHAyan jî piştgirî dan operasyonê.

- Ji herêmê dengê teqînan hat
Piştî gulebarankirina hedefan qomando sewqî herêmê hatin kirin. Qomandoyên perwerdeya taybet dîtine bi firokeyan hatin qadê.
Sitargeh, şikeft, depoyên muhîmatan ên ku ji hêla terorîstan va tên bikaranîn, hatin îmhakirin. Piştî êrîşan li heremêê teqîn çêbûn ku vê jî nîşan da ku depoyên muhîmatê hatine îmhekirin.