05 Sibat 2016•Rojanekirin: 07 Sibat 2016
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê di malekê da 5 kesên ji heman malbatê mirî hatin dîtin.
Li gor agahiyan biraziyê Mustafa Taşê ku li taxa Samê ya Şahînbeyê dijî, ji ber ku ji apê xwe agahî hildane ber destê sibehê diçe mala xizmên xwe û li derî dixe. Piştî ku kes derî venake agahî dide û bi saya çilîngir tîmên cendirmeyan dikevin hundir.
Hat diyarkirin ku di malê da Mustafa û jina wî Gulay û zarokên wan Turkan, Furkan û Gul Taş mirî hatin dîtin.
Piştî lêkolîna di malê da cinazeyan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Gazîentabê.
- Tê lêkolînkirin ku di navbera vê bûyer û ya li taxa Duztepeyê da têkilî heye yan na
Tîmên Amirtiya Buroya Kuştinê ya Midûriyeta Şaxa Asayîşê lêkolîn dikin ku di navbera vê bûyerê û ya ku do êvarê li taxa Duztepeyê da têkilî heye yan na.
Derket holê Y.T.yê ku ji ber bûyera li Duztepeyê qaçax e, xwarziyê Mustafa Taş e.
Li taxa Duztepeya Şahînbeyê Y.T. tê mala Tuba T.ya ku berê jina wî bû. Y.T. bi kesên li malê ra pev diçe û bi qirmeyê gule berdide derdorê. Tuba T., Turan T. û Şenel û Ahmet Çakmak li ciyê bûyerê dimirin û 2 kesên din jî birîndar dibin.