05 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
GAZÎANTEP
Tê îdiakirin ku li Gazîentabê kesekî jina wî ya berê jî di nav da 4 kes kuştiye û 2 kes jî birîndar kiriye.
Li gor agahiyan li taxa Duztepeya Şahînbeyê Y.T. tê mala Tuba T.ya ku berê jina wî bû. Y.T. bi kesên li malê ra pev diçe û bi qirmeyê gule berdide derdorê.
Hat diyarkirin ku Tuba T., Turan T. û Şenel û Ahmet Çakmak li ciyê bûyerê mirin û 2 kesên ku hê navê wan nayê zanîn birîndar bûn.
Li ser bûyerê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û cinazeyên kesên din jî birin Saziya Tipa Edlî ya Gazîentabê.
Polês li Y.T. digerin û lêpirsîna der barê bûyerê da jî dewam dike.