Di ewlehiyê da der heqê îdiayên "rêxistina paralel" da ji bo 21 polês bên binçavkirin, li 9 bajaran operasyoneke ku navenda wê Stenbol e dest pê kir.
Di çarçoveya lêpirsîna "sîxûriyê" ya der heqê îdiayên "rêxistina parelel" de ku di 22 tîrmehê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de, ji bo 21 polês bên binçavkirin, li 9 bajaran operasyoneke ku navenda wê Stenbol e dest pê kir.
Tîmên têkoşîna li hember terorê di nav de Stenbol, Zongûldak, Nevşehîr, Kirşehîr, Afyonkarahîsar jî hene li 9 bajaran operasyon dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku di nav polêsên ku der heqê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn de, polêsên payebilind jî hene.