Sefa Şahin
19 Mijdar 2021•Rojanekirin: 19 Mijdar 2021
Li Koprukoya navçeya Erziromê bi lerza 5,1ê erdhej çêbû.
Waliyê Erziromê Okay Memîş diyar kir ku di erdhejê da kesek nemir, li gor agahiyan li hin gundan xanî hilweşiyane.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ji ser malpera xwe ya înternetê ragihand ku di saet 15.40î da navend Koprukoya navçeya Erziromê bi lerza 5,1ê erdhej çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej 6,94 kîlometre di bin erdê da çêbû.