Günay Nuh
17 Mijdar 2024•Rojanekirin: 17 Mijdar 2024
Li Erdexanê ji ber berf û cemedê hin tir û wesayît di rê da man.
Berfa ku li tevahiya bajêr hat li cuhên bilind guherî pûkê û li hin rêyan bû sedema cemedê.
Li texma Saharayê ya rêya Erdexan-Şavşatê ji ebr cemedê 4 tir û 3 wesayît di rê da man.
Mahmut Karakuşê ajokarê tirê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Rûsyayê hat û got ku "Ez diçim Amasyayê. Lê me nekarî ji texma Saharayê ra derbas bibin. Em niha paşda vedigerin. Em ê îşev li Erdexanê bimînin."
Ekîbên rêbejê li rê xebata paqijkirina berfê dan destpêkirin.
