Günay Nuh,Anıl Aydın,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
17 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2023
Li Erdexanê berf barî û mij çêbû, di çûyîn û hatinê da tengasî derket.
Li navenda bajêr bişev serma çêbû, serê sibehê berf barî.
Li deverên bilind berf dibare û cî bi cî mij heye.
Di rêya Erdexan û Şavşatê da piştî berf û bagerê cemed çêbû.
Wesayîtên giran di vê rêyê da tengasiyê dikişînin.
Ekîbên rêbejan xoyê reşandin û ji bo cemed û mijê hişyarî dan şofêran.
- Qers
Li Qersê serma û mij tengasiyê dide kişandin.
Di sir û sermayê da li ser nebat û daran qiravî çêbû, camên hin wesayîtan qeşa kişand. Hin kesan betanî û cil li wesayîtên xwe pêçan.
Li navçeya Sarîqamişê jî di sermayê da şembelîlk çêbûn, nebatan qiravî girt. Hin golên piçûk û şelale qerimîn.