Tirkiye

Li Enqereyê operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê

Li Enqereyê di operasyonda dijî DEAŞa rêxistina terorê da 18 şikbar hatin binçavkirin.

Türkan Tosun  | 26.10.2020 - Rojanekırın : 26.10.2020
Li Enqereyê operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê

Ankara

Li Enqereyê di operasyonda dijî DEAŞa rêxistina terorê da 18 şikbar hatin binçavkirin.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr jê 18 ji Iraqê, 2 ji Sûriyeyê tevahî 20 şikbarên biyanî yên eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ra heye tespît kirin.

Li ser vê tîman operasyonên hevdem kirin û 18 şikbar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin eleqeya wan bi herêmên pevçûn lê çêdibin ra heye.

Piştî kontrola wan a tenduristiyê tîman ew anîn Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê û îfadeya wan hildidin.

Ji bo 2 şikbarên fîrar kirine jî bên girtin xebat dewam dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın