11 Hezîran 2019•Rojanekirin: 12 Hezîran 2019
Li Tel Rifata ku dikeve bakurê Sûriyeyê 10 terorîstên endamê PKK/YPGya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Neteweyî da hat bibîrxistin ku PKK/YPGya rêxistina terorê di 9ê Hezîranê da ji Tel Rifatê êrîşî Efrînê kir û piştî êrîşê cihê terorîstan ên li herêmê hat tesbîtkirin û bi çekên giran va hatin gulebarankirin.
Li gor daxuyaniyê di gulebarankirinê da terorîstên ku êrîş kiribûn hatin berterefkirin û xûna Mehmetçîkê qehreman ê ku şehîd bû, li erdê nema.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Hat tesbîtkirin ku ji terorîstan 10 kes piştî gulebarandina bi çekên giran hatin berterefkirin. Li herêmê têkoşîna me ya terorê heya ku terorsîtê dawîn neyê berterefkirin, wê bi biryardarî dewam bike."