Yusuf Koyun
29 Adar 2026•Rojanekirin: 30 Adar 2026
Li Edeneyê ji ber barana gur li ser kuçe û kolanan golên avê çêbûn.
Li bajêr danê nîvro baraneke gur û zîpik barî.
Ji ber baranê li ser kuçe û kolanan golên avê çêbûn.
Şofêr û peyayan ji ber baranê zehmetî kişand.
Li navçeya Seyhanê ya navend, wesayîteke ku li ser Kolana Mehmet Nurî Sabuncu diçû di ava ku li binê pireya rêhesinê kom bûbû da ma û xirab bû.
Ekîbên agirkujê kesên di wesayîtê da asê man xelas kirin.
Ekîbên şaredariyê û agirkujê ji bo ku avê texliye bikin xebitîn.