Tirkiye

Li Mêrdînê wesayîtek welgeriya, kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn

Halil İbrahim Sincar  | 29.03.2026 - Rojanekırın : 29.03.2026
Li Mêrdînê wesayîtek welgeriya, kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn Mardin İtfaiyesi

Mardin

MARDÎN (AA) - Li Artukluya navçeya Mêrdînê wesayîtek welgeriya, kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Wesayîta ku nasnameya şofêrê wê û plaqeya wê hê nediyar e, bi şev li ser rêya Mêrdîn-Şirnexê li Taxa Çalişliyê welgeriya.

Li ser cawdayinê cendirme, ekîbên Tenduristiya Bilez a 112 û agirkujê çûn cihê qezayê.

Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku Furkan C. (26) yê ku di wesayîtê da bû miriye.

Ekîban birîndar Alan A. (26), Muhammed Enes B. (25) û Umut M. (23) bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın