10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
AYDIN
Tîmên Ewlehiya Qeraxê li Tekagaça taxa navçeya Dîdimê ji bota qaçaxan ya ku binav bû, 33 kes xilas kirin.
Li gor agahiyê nûçegihanê AAyê bi dest xist, tîmên Ewlehiya Qeraxê îxbarek hildan ku li Tekagaça taxa navçeya Dîdimê boteke qaçaxan binav bûye.
Tîm çûn cihê bûyerê û ji behrê jê 3 zarok, 8 jin, bi giştî 33 kes xilas kirin. Hat ragihandin ku ew ji Efxanistanê ne.
Tîman qaçax birin navçeya Dîdimê.