İbrahim Yozoğlu,Cem Ali Kuş,Gökhan Alkan,İsa Keleş
28 Hezîran 2022•Rojanekirin: 29 Hezîran 2022
Li Yigilca û Akçakocaya navçeyên Duzceyê piştî barana gur pireyek hilweşiya, lehiyê ser 2 pireyan ra avêt, rêbeja Alapli-Yigilcayê, rêya Yedîgollerê û rêya 9 gundan hatin girtin, 17 mal hatin valakirin, 43 welatî hatin texliyekirin.
Li navçeya Yigilcayê ji ber barana ku bê navber barî, çeman ser ra avêt û lehî rabû.
Li navçeyê piştî baranê Pireya Aksu-Kirikê hilweşiya, pireya Karakaş û Çîftlîk Sapagiyê ser ra avêt. Her wiha pireya Çemê Melenê û pireya Çemê Ahmetçîlerê jî piçek mabû ku ser ra bavêje, lê tevdîr hatin hildan.
Li gundên Hocakoy, Haciyerî, Hocatman, Yilgin, Tiraşlar, Refîkler û Dîbektaşê hezaz çêbû.
Di lehiyê da dar û beran û hezazê rêbeja Alapli-Yigilcayê û rêya Yedîgollerê girt.
Ji ber ku li ser rêya Yedîgollerê, texma Bekîrler Alti Melenkiyisiyê hezaz çêbû û lehî rabû, çûyîn û hatina gundên Yilgin, Çukuroren, Gazîler, Çîftlîk, Hocakoy, Karakaş, Mengen, Yogunpelît û Yaylatepeyê sekinî.
Ji ber rîska hezazê li gundê Tiraşlarê ji 8 malan 22, li gundê Yilginê ji 5 malan 9, li gundê Yagcilarê ji 4 malan 12 welatî ji malên wan hatin texliyekirin.