Tirkiye

Li dijî rêxistinên sûcê yên bi fatûreyên sexte zirar dan qamûyê operasyona "Kulma Hesin"

İsa Toprak  | 28.06.2022 - Rojanekırın : 28.06.2022
Li dijî rêxistinên sûcê yên bi fatûreyên sexte zirar dan qamûyê operasyona "Kulma Hesin"

Ankara

Navend Enqere li 29 parêzgehan li dijî fîrmayên di sektora hesin polayê da ji ser şirketên paravan ra bi fatûreyên sexte, 25 milyar lire zirar dan qamûyê, bi awayekî hevdem operasyona "Kulma Hesin" hat kirin û 250 berşik hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê rêxistinên sûcê da ji ber sûcên "ji bo sûckirinê damezirandina rêxistinê", "xapandina serkeftî", "bertîl" û "Dijayetiya Dijî Qanûna Usûla Bacê ya Jimare 213an" lêpirsîn hat destpêkirin ku di sektora hesin polayê da wekî hilberîner fealiyetê dimeşînin, lê dixwazin xwe xurt bikin û hêzê têxin destê xwe.

Di çarçoveya lêpirsînê da ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê 10 mehan xebat meşandin û di encamê da jî 3 rêxistinên sûcê yên di sektora hesin polayê da tesbît kirin.

Hat tesbîtkirin, fîrmayan bi fatûrayên sexte yên 105 milyar lireyî va 25 milyar lire zirar dane qamûyê.

- 840 ekîb beşdarî operasyonê bûn

Navend Enqere li dijî berşikan tevî Stenbol, Hatay, Îzmir, Edene û Kocaeliyê li 29 parêzgehan operasyona hevdem hat kirin û di operasyonê da 840 ekîban beşdarî kir. Her wisa di operasyona ku navê "Kulma Hesin" danê da 2 hezar û 100 personel, 250 mifetişên bacê û personelên MASAKê peywir wergirtin.

Di operasyonê da ji 374 berşikên der heqê wan da biryara binçavkirinê hat derxistin, 250 jê hatin binçavkirin.

Miemeleyên binçavkirina berşikan, lêgerîn û destdanîna ser a li 14 fabrîqe û 850 navnîşanî didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.