İsmail Şen
05 Mijdar 2025•Rojanekirin: 06 Mijdar 2025
Li dora Gola Hezarê ya li Elezîzê xebatên paqijiyê dewam dikin.
Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr da hat gotin, ekîban îsal 6 caran bi 30 xebatkar û 10 wesayîtan va nêzîkî 10 ton zibil berhev kirin.
Hat daxuyandin ji bo ku siruşta Gola Hezarê bê parastin û rê li ber qirêjiya hawîrdor bê girtin, xebatên paqijiyê wê bênavber dewam bikin.
Hat gotin gol ji bo geştiyarî û ekolojiya herêmê biqîmet e û ji welatiyan hat xwestin ku ew hesas tevbigerin.