Serokomar Erdogan: "Em bi gavên jixwebawer ber bi menzîla Tirkiyeya Bêteror va dimeşin"
TBMM
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got, "Di encama xîreta derasayî ya hemû saziyên têkildar ên dewleta me da şikir em bi gavên jixwebawer va ber bi menzîla Tirkiyeya Bêteror va dimeşin."
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku çavê wan di erd, serwerî yan jî çavkaniyên binerdê û sererdê yên welatekî din da nîne û wiha got, "Bi taybetî cînar, em rêzê nîşanî mafên serweriyê yên hemû welatên dost didin. Mîna berê li hemû deverên ku alaya Tirkiyeyê lê li ba bûye, wê dîsa bi salan bawerî bide hemû dostên xwe. Bila gumanê kesî çênebe."
Erdogan destnîşan kir, miletê wan dizane ku di CHPyê da hêz di destê kê da ye, lê li ser rêya siyasetê guhertina rê û fikran ya ewqas zêde ji bo CHPyê ne baş be û wiha axivî, "Birêz Ozel ji bo serastkirina şaşiyên CHPyê ezmûneke baş nade. Di mijarên ewlehî, polîtîkaya dereke da helwesteke xwemalî û neteweyî nîşan nade. Birêz Ozel heke siyaseta xwe bi vî rengî bidomîne, fikara min ew e ku CHP wê an wê hararet bike an dîngîl bişkêne an jî şanzimanê bela bike."
Serokomar Erdogan diyar kir wekî AK Partî û Îtîfaqa Cumhur, xeta wan ya sor ew e ku hebûna vî welatî di her şert û mercê da bê mihefezekirin û parastin û wiha peyivî, "Di encama xîreta derasayî ya hemû saziyên têkildar ên dewleta me da şikir em bi gavên jixwebawer va ber bi menzîla Tirkiyeya Bêteror va dimeşin."
Erdogan der barê armanca Tirkiyeya Bêteror da destnîşan kir bêyî guh bidin provokasyonan û baweriya xwe bi hewldanên veşartî an eşkere yên ji bo sabotekirina pêvajoyê bînin, wê xebata xwe bidomînin û wiha got, "Meclis der barê ewlehiya welêt da dengdayînekê dike, lê partiya mixalefeta sereke ya welêt bi gotinên bêwate va li dijî vê yekê disekine. Ev nayê qebûlkirin. (Tirkiyeya Bêteror) Tê kifşê ku em gihîştin qonaxeke nû. Divê her kes mil bide, piştgiriyê bide û li ser piştgirîdayîna herî zêde bisekine."
Serokomar Erdogan diyar kir weke Îtifaqa Cumhur wê bi yekîtiyeke temam tevbigerin û pêşî bigihêjin armanca xwe ya 'Tirkiyeyse Bêteror' û dû ra jî 'Herêmeke Bêteror' û wiha dewam kir, "Tirkiyeya Bêteror, Tirkiyeyeke bextewar e ku di aştiyê da dijî û zincîrên bizeng ên piyên xwe şikandiye. Nîşaneya Tirkiyeyeke ku wê bibe dîmeneke hembêzkirinê."
Erdogan di axaftina xwe da got "Em dixwazin ku gorî budçe û bernameya xwe, ji xeynî erdhejê, mesrefan kontrol bikin, kêmasiya budçeyê kêm bikin û piştgiriyê bidin pêvajoya kêmkirina enflasyonê."
Serokomar Erdogan diyar kir, sipasiya Birêz Bahçelî dike ku duh bi gotinên xwe va di serî da FETOciyên nemerd, lîstikên nêrînên mufsîd eşkere kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
