31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Piştî ku Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û endamê Meclisa Şaredariyê ya DBPê Firat Anli di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşand da hatin binçavkirin, şaredariya bajarê mezin paqijî û çûyîn û hatin di serî da hin xizmet nekir û welatî mexdûr bûn.
Ji ber ku li ser kuçe û kolanan zibil nehatin avêtin û îhtimala derketina nexweşketinê zêde bû, Şaredariya Sûrê dest bi xebatê kir.
Ekîba paqijiyê ya Şaredariya Sûrê li navçeya Yenîşehirê paşamayî û zibilê li ser kuçe û kolanan berhev kir û paqijî kir.
"Em welatiyan ji mexdûriyetê xilas dikin"
Alîkarê Walî Bilal Ozkan ku ji bo şaredariyê hat wezîfedarkirin ji nûçegihanê AAyê ra got ku şaredariya mezin 4 roj in naxebite û ji ber hindê kolan û kuçe tijî zibil bûye.
Ozkan bal kişand ku ji ber vê sedemê welatî tengezar in û di serî da kolanên weke Yaşar Kemal, Gewran, Rizwanaxa û Aliemiri, wan bi 18 kamyon û 4 makîneyên şixulê va zibilê gelek kolan û kuçeyî berhev kir.
Ozkan got ku bêtirî 50 kesî tevlî xebata paqijkirinê bû û wiha xeberda:
"Ji ber ku welatî tengezar bû, me loma dest bi xebata paqijiyê kir. Em wekî Şaredariya Sûrê li navçeya Yenîşehîrê zibil berhev dikin û paqijiya hawirdorê dikin. Em bi fedakariyeke mezin dişixulin. Em welatiyan ji mexdûriyetê xilas dikin."