30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Terorîstên PKKyî êrîş birin ser Qereqola Cendirmeyan a Tepeyê ya li Lîceya navçeya Diyarbekirê, di êrîşê de 2 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin terorîstên PKKyî bi çekên lûledirêj êrîşê Qereqola Cendirmeyan a Tepeyê kirin.
Ji ber ku demildest bertek nîşanê êrîşê dan pevçûn derket û 2 eskerên ku di êrîşê de birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Eskerî ya Diyarbekirê.
Li herêmê operasyon dan destpêkirin.