DİYARBAKIR
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Diyarbekirê de hat Walîtiya Diyarbekirê.
Serokwezîr Erdogan piştî serdana li Şaredariya Diyarbekirê bi otobêbê hat avahiya Walîtiyê.
Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Beşîr Atalay, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Emîne Erdogan jî bi Serokwezîr Erdogan re hatin.
Waliyê Diyarbekirê Cahît Kiraç, Wezîrê Ragihandin û Gihandinê Bînalî Yildirim, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, Wezîrê Karên Avê û Daristanê Veysel Eroglû, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû pêşwaziya Erdogan kirin.
Piştî Serokwezîr Erdogan Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî hat Walîtiyê. Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahît Kiraş pêşwaziya Barzanî kir.
Paşê jî hunermend Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlses hatin avahiya Walîtiyê.