22 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Li Licêya navçeya Diyarbekirê di operasyona ku wesayîta hewayî ya bêmirov (ÎHA) piştgirî kir da terorîstek û 2 kesên ku alîkariya rêxistina terorê dikirin bi çek û muhîmatan va hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê hat dayîn, di çarçoveya operasyona têkoşîna terorê da Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Diyarbekirê li Liceyê bi piştgiriya ÎHAyê operasyon kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyonê da terorîstek û 2 kesên ku alîkariya rêxistina terorê dikirin bi çek û muhîmatan va hatin girtin.