Osman Bilgin
29 Gulan 2021•Rojanekirin: 31 Gulan 2021
Li Kayapinara navçeya Diyarbekirê agir bi zeviya nêzî 1500 donim ku genim ajotî ket.
Li gor agahiyên hat hildan ji ber sedemeke hê jî nayê zanîn li Taxa Petekê agir bi zeviya genim ket.
Kesên dîtin agir bi zeviyê ketiye ji bo zêde belav nebe hewl dan.
Tîmên agirkujiyê li ser xeberê hatin zeviyê û ji bo temirandina agir hewl dan û welatiyan jî bo traktor û derfetên ji dest wan dihat va alî wan kir.
Di encama xebata qasî saetekî dewam kir da agirê bi zeviyê ketibû hat temirandin û 1500 donim zeviya genim ajotî jî zirar dît.