DIYARBEKIR
Li kuçeya 28emîn a li ser taxa Hûzûrevlerê, di qata 3emîn ya avahiyekî de şewat derket. Agir di demeke kurt de pekiya menzelên din û hej nayê zanîn ku şewat ji ber çi derketiye. Bi mudaxaleya tîmen agirkujiyê yên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, şewat hat temirandin.
Ji ber şewatê gelek tîmen agirkujiyê û polês hatin cihên bûyerê. Polêsan li cihê bûyerê tevdîrên ewlehiyê sitendin. Şewat li derdorê bû sedema tirsê û şêniyên avahiyê ji ber şewatê derketin banê avahiyê.
Di vê navberê de tîmen agirkujiyê, jinen ducanî û zarok jî di nav de kesên ku xwe spartibûn banê xanî, xelas kirin.
2 jinên ducanî û zarokek ku ji ber dû, bi jehrê ketin, rakirin nexweşxaneyan. Piştî şewatê malê gelek xisar dît.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.