Önder Beyter
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê ku yek ji girîngtirîn navendên çandiniya herêma Çukurovayê ye, tîrdirûnê dest pê kir.
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê yê Osmaniyeyê Îbrahîm Saglam di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku îsal bereketa berfa zivistanê û barana biharê zêde bû û herwiha vê yekê li ser rekolteyê karîgeriyeke erênî kir.
Saglam bal kişand ku rûyê hilberîneran geş e û wiha pê da çû, "Herçiqas barana vê axiriyê zirar dabe hinek zeviyan jî, lê ez bawer im ku dema em li rekolteya navînî mêze bikin, ber û bereketa îsal wê zêde be. Li Çukurovayê me îsal genim ajot 550 hezar dekar erdî. Hilberîna me ya par ji sedî 6-7ê tevahiya hilberîna Tirkiyeyê bû. Ez hêvîdar im ku emê di vê sezonê da derkevin ser vê reqamê."
Hilberînerê genim Vahît Karadag jî diyar kir ku bera îsal bi dilê wan e.